di derbarê min de

pevşabûnên şîn

Dîwana duyemîn a helbestvan Ehmed Ronîar derket. Di dîwanê de rêzikên "Di hemû stasyonan de ez amade me herim, liberketinên min rêwî, hişê min rawestgeheke ku kes lê ranaweste" bal dikişîne. Helbestvan Ehmed Ronîar ku di 2006an de bi dîwana "Baran ji acizî dibariya" (Weşanên Belkî) navê xwe di helbesta kurdî de nivîsand, bi dîwana Pevşabûnên Şîn careke din kete rojevê. Dîwan ji Weşanên Lîsê derket. Di helbestê de yek ji rêzika ku bal dikişîne ya li ser bajarê Diyarbekirê ye. Ronîar, hestên xwe bi vê rêzikê wiha vedibêje: "Bê navber mirovên ku kêm dibin hene! /nava wan bi kolanên ji min ne biyan / û / vala tijî bûne / tu zanî? /vê navberê hemû masiyên ku min ew ji aqwaryûman nas kiribûn / aniha li deryayan dipirsin"

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder