HEBÛNA
ME YA LI VÊ JIYANÊ PROTESTOYEKE
Berî hertiştî hebûna me
a li vê jiyanê li ber xwe dayîneke û ev li berxwedayîn, li dijî vê jiyana ku bi
sedsalane sêpandine me ye. Hebûna ji bo xwe heyi kirine li himber derketineke. Himber
derketina vê dîroka serdestan ya derewçîn ku me tune dihesibîne ye. me ev dîrok
nasnekiriye.
Helbest di nava beşên hunerê
de a ku herî pir xwedî dengek taybet e. Ji loma dema bê xwendin serdest, abîde an
jî hêzek din zû bi zû nikare li himber xurtbûna dengê helbestê raweste. Helbest tiştekî ku peyv têra wê nake û
dîsa xwe davêje bi peyvan û xwe hertim
ji dengê jiyan û jîyînê diafirene ye.
Bi giştî mirov lê
binêre huner ne raste rast berpirsiyarê tiştekîye lê hertim kirine pêdiviyek ji
xwe re.. Ji mirov, civak û ji xwezayê re huner bersîveke. Îro peyvên me qedexe
dikin. Qedexe kirina peyvan di bingeha xwe de qedexekirina hertiştê me ye û em
her ku peyvekî wenda dikin em jî wenda dibin, wateya me hindiktir dibe. A rast
ew dixwazin wateya me û dengê me qedexe bikin. Ji loma ye berê ji peyvan dest
pê dikin. Ji loma îro zergava wateya em ji hunerê fêm dikim berpirsiyariye,
sehkirine.
Ji ber vê ye ku bi vê
çalekiyê em dengê hunerê weke protestoya vê jiyanê dibînim. Hûn dixwazin ji vê
re bêjin “di hêla wêjeyê de hunerê têgihî” an “hereketek antî huner” an jî tenê
“protestoyek” êdî di vê zemanê ku zeman ji me dur dikeve de û em tenê hiştine
em hunerê tenê weke bersîvekê dibînim.
Ev bêdengiya dibe
dengekî xurt. Ev bêdengiya dengê helbestê a herî bi denge.
Hêviyên me, bedena me,
jiyana me, hertim li ser vê axê xwestine mahkumê bêdengiyê bikin. Gelek carî me
heya û heya dengê xwe bilind kiriye. Û em bi dengê xwe qêrîyane û ev çalekiyeke
bêdeng e.
Bêdengiya dengê me ji
her demî watedartir tiştekî dibêje em bimrin bê peyv bimînin jî dengê me tûne
bikin jî emê vê bêdengiyê ji xwe re bikin deng û em ê li vir bin. Emê her
hebin.
Ji bo her kesê ku di
bin çav de hatine wenda kirin, ji bo her zarok, xort, an jin ên ku kuştine, ji
bo tevdekuştinên wan yên ku êdî meşrû kirine; em îro bi bêdengiyê dengê xwe
bilind dikin. Îro em jibo bêdengiya wan a li himber Roboskî, bi xwendina helbestên
bêdeng dengê xwe bilind dikin. û her
kesê bêdeng dimîne em bi bêdengiya xwe wan şermezar dikin.
Ehmed Ronîr
34 SIYÊN CIWAN
foto, Çiğdem Balcı
|
***
foto, Çiğdem Balcı |
foto, Çiğdem Balcı
|
Sî hebûnek ku bi çav tê dîtin, yek ber û ji rastiyê tarîtir e. Ev tarîbana wê heyî dike. Hebûna siya mirov hebûna mirov bi xwe ye.
***
Siya 34 ciwanan ji bedena wan veqetandine. Dema mirov tune be hebûna siyên mirov qelp dibin. Ev êdî ne bawerkirina ji rastiyê ye.
Siya dunyakî qelp û baweriyên qelp tuneye. Dema mirov bi rastiyê dihesin bi pêdiviya ku dev ji siyê xwe berdin dibînin. Ji ber ku li himber otoriteyê û tiştên ku siya wan tune dihesibînin an bedenên wan dikujin û siya wan bê xwedî dihêlin neçar dimînin.
Dema em pê dihesin ku em ne kirde ne û fikrên me tunene û em her yek ji serî heya binî sêwirin wê hingê siyên me belasebeb hebûna me ya tune heyî dikin.
Bela ku ev dunya bi qasî siyên me tariye ji loma em wenda dibin di nav de. Bedena me rihê me û siya me rêya xwe nabîne di vê tariyê de.
Di vê tariya ku gotinên Gothe tê de olan didin: “Ronî henek din ronî” min xwest ku siya 34 ciwanan ji nû de xêz bikim û hebûna wan bi bîr bînim.
Ehmed Ronîr
SOMA
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder