di derbarê min de

hevpeyvîn



Helbestkar Ronîar: Helbest awêneya roja xwe ye

KAWA NEMIR - RAWÎN STÊRK  Hevpeyvîn / 18:03 / 25 Avrêl 2010 

STENBOL - Helbesta Kurdî ya roja me ya îro, ku ji keleporeke nivîskî ya berfireh dizê, helbesta Kurdî ya nûjen a di qonaxa nûjenbûnê de, ya bi kovarên Rewşen û Jiyana Rewşenê ve di salên 90’î de dest pê kirî, zemîn amade kir gelek helbestkarên xort û ciwan û girîng derkevin holê. Ehmed Ronîarê helbestkar û wênesazê xort jî, yek ji van navan e, ku bi her sala ku derbas dibe re zêde dibin. Em li gel Ehmed Ronîarê ku dîwana wî ya duyemîn a bi navê ‘Pevşabûnên Şîn’ ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ya navenda wê li Amedê ve hate weşandin, li ser helbesta Kurdî û helbesta cîhanê axivîn.

* Tu piştî pirtûka xwe ya helbestan a pêşîn a bi navê ‘Baran Ji Acizî Dibariya’, bi pirtûka xwe ya duyemîn a bi navê ‘Pevşabûnên Şîn’ a ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin, derketî pêşberî xwendevanan. Tu helbestkarekî xort î 23 salî yî. Çîroka te ya bi helbestê çi ye? 

- Pêşî min divê diyar bikim, ku helbest ji bo min stargehek e, warekî xwemalî ye. Û rabirdûya min a li gel helbestê, hemû jiyana min dihebîne. Çaxa ku ez pê hisiyam di jiyana min de tiştine kêm hene, helbestê dest pê kir. Helbestnivîsandin ji min re timî zêdetirî bibîranîna tiştên hatî serê min an jî vebeyandina jiyana min bû. Beriya ku min nivîsand, ez her tim di nava helbestên helbestkarên din de li xwe geriyam. Her helbesteke ku min ecibandibe, jê hez kiribe û ketibe nava dil û hinavê min, parçeyekî jiyana min pêk aniye. Dema ku min dest bi nivîsandina helbestan kir jî, bê ez çi qasî pê hisiyabûm ji min nayê ez pê bizanibim, lê bi awayekî paralelî jiyana min – dibe ku li gel çîk û çirûskên jiyana min – helbesta ku min dixwest binivîsim dest pê kir derkete holê. Lê min çu caran helbesta ku min nivîsandiye bi jînenîgariya xwe ve girêneda, lêbelê her tiştê hatî serê min wekî awêneyeke ku di nava helbesta min re xuya dike ma. (Bê guman tiştên ku der barê ‘Şînarya’yê de hatin nivîsandin ne tê de. Ez beşeke berfireh a helbesta xwe bi aliyê xwe yê melankolîk ve girêdidim.) Demên ku ez ne tê de bûm, şerên ku min nedîtine, cî û deverên ku ez nas nakim jî di nava helbesta min re derbas bûn, lê van bandor li dema min a niha kirine û di vê demê de timî şêweyekî nû dane helbesta min. Melankoliya di helbesta min de pêk hatî, ji pirtûka min a pêşîn bêtir, bi awayekî hê tîrtir xwe di pirtûka min a duyemîn de vebeyan kir û ev melankolî di helbesta min de xeteke jiyanê ya ku jêk ve nabe ava dike û ez bi xwe ji vê yekê qet ne aciz im. 

* Heke helbest bi wateyeke dîtir ew be, ku mirov li ser jiyanê bixebite, te dil heye li ser helbesta ku vê xaka tu li ser ji dayîk bûyî bexişandiye te çi bibêjî? Tu di nava kîjan kîjan şert û mercan de dinivîsî? 

- Ez di temenekî gelekî xort de li Êlihê tevî kargeha Fewzî Bîlge bûm û piştî ku ez tevî wê kargehê bûm, min dest pê kir ez bi erdnîgariya ku li ser im, bi rengên wê erdnîgariyê, dîroka wê, mirovên wê û wêjeya wê hisiyam. (Pêhisîn ji bo min hêmaneke pirr girîng e. Min her gav girîngî daye vê yekê.) Piştî vê yekê jî, helbesta ku min dinivîsand dest pê kir bi şêweyekî baştir dirûv girt. Piştî vê yekê, rêwîtiyeke ku Baba Tahirê Uryan û Eliyê Herîrî dest pê kir û bi Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran berdewam bû… Û her çendî ji awirê şêweyî ve berevajî wê helbestê bûn, a ku min dinivîsand, lê van helbestkaran pirr alîkariya min kirin, wekî ez bikaribim riya xwe ji xwe re derxim. Şert û mercên min bi tenê peyv in, bi raya min, peyv ji bo nivîsandinê bes in. 

* Baş e, bi raya te, gelo helbest an pexşan? Gotûbêja gelo helbest an roman ji berê de ye tê kirin. Wekî helbestkarekî, der barê bazara wêjeyê de, ya ku li ser pexşanê ava bûye û hewil dide berî helbestê bide, hizra te çi ye? 

- Wê her dem helbesteke nû hebe; ez dixwazim bê zanîn, ku di wêjeyê de warek pêk nayê, da ku ciyê warekî din bigire. Ev raman ji min we ye ne ku ji ber hunerê derdikevin, lê ji bîr û baweriyên teng ên hin mirovan dizên. Ez pêdiviyê pê nabînim di nava demeke kin de, bi nirxandinên ku mirov tê vedidin wê yekê, ku mirov dibêje qey wisa ye, helbestê biparêzim. Helbest dikare her dem xwe biparêze, pêdiviya wê pê nîne ji aliyê kesekî ve bê parastin. Lêbelê li ciyê ku helbest tunebe, li wir jiyan tune, çênabe hebe jî. Her warek dikare li jêr kartêka warekî din bimîne, di domahiya dîroka wêjeyê de jî, hemû warên hunerê li jêr kartêka yekûdin mane. Lê ku mijara behsê ew be, ku warek hewil dide hemû waran dagir bike an jî dil heye xwe wekî serdest bide nîşandan, ev yek eletewş e. 

* Tu der heqê helbesta Kurdî ya nûjen de çi dihizirî? Bi raya te, ya ku “nûjen” e çi ye û helbestkarê Kurd ê nûjen ê pêşîn kî ye?

- Helbesta nûjen heye ku beriya demeke pirr dirêj, pirr li dûrî me bi pêş ketibe, lê ji hinga me ew zeft kirî û vir ve jî gelek deh sal bihurîn. Piştî vê qonaxê, tiştê girîng ew e em helbesta nû peyda bikin, ango gelo helbesteke ji helbesta di roja me ya îro de biwêdetir heye, em li wê bigerin. Heke hebe, pirsa girîng ew e em wê peyda bikin. 

Peyva “nûjen” ji peyva “modo”yê ya ku bi Latinî tê wateya “hema aniha”yê tê. Ji bo min ya nûjen ew e, ku bide tengala roja me ya îro, lê tiştekî ku ne aidî roja me ya îro be jî, di heman katê de ew jî dikare nûjen be. Bi giştî, helbestkarê Kurd ê helbesta nûjen Qedrî Can e, heta bi helbesta xwe ya bi navê “Bilûra Min” ve Celadet Elî Bedirxan e. Û ji bilî van, di yek du helbestên wî de be jî, ez bi Cegerxwîn re şêweyekî nûjen dibînim. Wekî naverok jî, min Cegerxwîn her tim wekî futurîstekî nirxandiye. De baş e, ev yek ne ji mijara me ye… 

* Baş tê zanîn, ku kelepora helbesta Kurdî dewlemend e. Mirov pirr bi rihetî dikare bibêje, helbestkar an jî nivîskarekî ku li ser kelepora xwe nexebite, ew ê nikaribe tiştê ku wekî nûjen tê ravekirin jî biafirîne. Bi raya te, gelo helbestkar û nivîskarên Kurd ên îro bi têra xwe li ser vê kelepora nivîskî û devkî dixebitin? 

- Bi vê wateyê, reng e ji du cure helbestkarên nerênî bê behskirin. Yek, helbestkarekî ku li ser keleporê pirr xebitîbe, lê di vir de asê mabe; yê din, helbestkarekî ku keleporê nizane û nas nake, helbestkarê qaşo. Ev her du cure jî, bi bîr û baweriya min, tûşî kêm û kasan bûne. Ez dikarim bibêjim sermayeya me ya takekesî dikare tevî sermayeya civakî hebe, ez naxwazim çarçoveyeke tekûz daynim, valahiya ku di navberê de jixwe heye û şewqa xwe dide ser helbestê, ne ku dibinketina me nîşan dide, lê ew hêmanek e, ku dike em ba bigirin. Bi vê wateyê, xebata zor û zêde jî wekî têgeheke razber dimîne. Ya girîng ew e, ango ji bo ku em xwe bigihînin demê, bi qasî ku bes be em bixebitin. Pêwîst e em ji awirê lêkolandinê jî tê bigihîjin; pîveka vê yekê bi her helbestkarekî re diguhere, dikare biguhere. 

* Baş e, heke em nêrîna helbestkarekî wekî te xort a li kelepora me ya nivîskî û devkî bipirsin… 

- Her neteweyê pêşî wêjeya devkî çêbûye, ev yek bi tenê ne xweserî Kurdan e. Mirov li rastiya wê binihêre, piştî wêjeya nivîskî, şêweyekî din jî heye, ev jî bi saya serê sînemayê bûye dîmen. Bo nimûne, wêjeya me ya nivîskî, tevî ku pirr bi demeke dirêj beriya wêjeya Rûsî dest pê bûye hatiye nivîsandin, ji ber rastiya me ya dîrokî, nekariye erdekî peyda bike, da ku bi qasî wêjeya Rûsî bê naskirin. Gelo em çi qasî bi vê yekê hisiyane? Bastûra me ya civakî û çandî çi qasî dest daye em ji van yekan sûdê werbigirin û vê yekê bi pêş ve bibin, ev yek jî hêjayî gotûbêjkirinê ye. 

Ev kelepora devkî û nivîskî ya derbas bûyî, bi raya min, ew arî ne, ku em ê xwe ji navê de vejînin. Bê guman tiştê ku devkî be, piçekî bêtir nêzîkî windabûnê ye û heke em vê keleporê nekin arşîv, nedin pey, lê negerin, neparêzin, wê pêkan nebe em behsa tiştekî mîna em’ê jî bikin. Hizra min ew e, ku em hê jî bi hin nirxan nehisiyane. Beriya her tiştî, divê em pê bihisin û heke ne ji dengbêjên me, çîrvanokên me, helbesta me be, wê çu tiştekî wekî em ji sêrî de dest pê bikin nebe. 

* Pirseke zehmet: Tu terîfeke çawa li helbestê dixî?

- Di helbestê de, reng e gelek tişt biguherin, lêbelê heke ez kurt û bi Kurmancî behsa îro bikim; helbest ji bilî ku warek e şêwe digire, ji bo ku em bi armanca vebeyandina şêweyê jiyanê tê de ramanên xwe, bîr û boçûna xwe dicivînin û pê bîrdoza xwe belav dikin, em pê tiştê ku ji ya heyî û bi wê de ye dibînin. Ev şêweyên dîtinê dikarin carinan bi awayekî pirr dijwar, carinan jî bi awayekî pirr basît bêne mexderê. Dikare bi tenê takekesî an jî civakî be, lê beriya her tiştî, helbest ji bilî ku awêneya roja me ya îro ye, tiştek e, ku dem tê de radiweste. 

* Bi raya te, xêra helbestên ku ji helbesta cîhanê têne werdigerandin bo Kurdî li helbesta me çi ye? Bo nimûne, helbestkarên cîhanê yên mezin ên ku tu wan wekî hoste dizanî hene gelo? Ku hebin, kî ne?

- Helbesta cîhanê tiştên ku me nedîtine, tiştên ku em nejiyane pêşkêşî me dike. Wergerandina her yeke ji van, di heman demê de derfetê dide me, wekî em xwe bi dahatûyê re bigihînin. Ji aliyekî din ve jî, bûye bersivek bo kesên ku dibêjin, Kurdî bi binyata xwe ve zimanekî têkel e, bê reh e. Bi raya min, gelekî mîna me mêtingeh dê bi riya van wergeran bigihîje pergaleke hînkirinê ya piçekî din sîstematîk, ev dikare mîna medreseyan veguhere û bikeve şêweyê dibistaneke nû jî. Di hatina van berheman nava Kurdî de kesên hêja yên mîna Kawa Nemir kedeke pirr dane. 

Beriya hemûyan, helbestkarên ku dikarin bandorê li min bikin, a rasttir, helbestkarên ku ez bi wan re dijîm, di sêrî de Mayakosvki, Paul Eluard, T. S. Eliot, Paul Valery, Arthur Rimabud, Guillaume Apollinaire, Charles Baudelaire… Mimkûn e ez vê lîstê piçekî din jî dirêj bikim. Lê ev helbest giş jî bi awayên ji hev du cuda bi pêş ve çûne û hema çi bigire, hinek ji wan berevajî hev in, tevî vê yekê, her wekî bi T. S. Eliot û Paul Valery re, ji bo ku ez bibim dilsozê wan, min bi hemûyan re tiştek peyda kiriye. Min bi xwe helbestên wan gelekî xera kirin û ava kirin û li gel wan ez bi gelek tiştan hisiyam. 

* Ji helbesta Kurdî ya îro, helbestkarên ku tu bikaribî bibêjî, helbestkarên baş in, kî ne?

- Ev pirseke zehmet e, em takekesên civakekê ne, ku aliyên wê yên hestiyar girantir in. Ez naxwazim navên hinekan bidim û dilê yên din bihêlim. Jixwe helbestkarên ku mirov hez dike nîşan nade, ku ew helbestkar helbestkarên herî baş in. Carinan çêdibe mirov helbestkarekî baş nêzîkî xwe nebîne. Heke ez bi vî awayî binirxînim, ez dikarim bibêjim Berçema Muşrîtan, Evdila Peşêw, Rodî Zerya, Ferîd Xan, Arjen Arî û Rênas Jiyan. 

* Em pê dizanin tu li ser hunerên şêwekarî jî dixebitî. Gelo tu dikarî ji me re behs bikî bê ka disîplînên ciyawaz çi tevî helbesta te dikin?

- Heke em bala xwe bidinê, em ê bikaribin bibînin di vê çarçoveyê de mêla gelek hunermendan heye, jixwe ez jî naxwazim vê bixim binê kontrolê û daxînim asta bi tenê warekî. Jixwe em pê dizanin Victor Hugo, V. V. Mayakovski wêne saz kirine, Michelangelo Bounarroti helbest nivîsandine, an jî Milan Kundera xerîkî muzîk û sînemayê ye. Lê tiştê girîng ew e, ku ev warên din bi awayekî erênî bandorê li warên bilîbûnê yên bingehîn bikin. 

Hemû warên hunerê bandorê li hev û din dikin û ev hem warê hunerê, hem jî hunermendê xerîkî wî warê hunerê bi pêş ve dibin. Ez jî xerîkî wênesaziyê me û pê dizanim wêne bandorê li helbesta min dike. Min tu carî hizir nekir warek ji bo warekî din windakirina demê ye.

* Deqên nû yên ku tu li ser dixebitî hene?

- Heta ku ez hebim, wê hebin.


NÊÇÎRVANÊ XEYALAN

(Dîtin û hevpeyvînek Kak Zêwer bi Ehmed Ronîar re)

Di wênesaziya kurdan de ne şoreşeke, ew tahmeke ku mirovan ber bi hişmendiya wan ve dibe.
E. Ronîar hunermendekî temen biçûk xeyal mezin e. Bi dest nekeve jî herdem xwestiye ku van xeyalên xwe yên mezin di tuwalên gelek mezin de cîh bike.

Wêneyên xwe bela ku berê di xeyalên xwe de diwêne, herdem berhemên xwe nîvco dihêle û coşa dozînên wî carinan dide çargavan dike ku ew derbasî xebateka din bibe. Ji ber vê jî mirov ger li xebatên wî baş dahûr nebe dibêje qey nîvcone, lê her çiqasî nîvco xwiya bikin jî ne nîvco ne. Ew nêçîrvanê xeyalan e. Ji ber ku coşa dozînên wî di dilê wî de hilnayê,wan diteysîne behremên xwe û temaşevanên xwe jî dide tengala xwe û wan jî ber bi dozînên wan ve dike rêwî. 

Weke Picasso jî gotiye “wêneyek tu carî naqede.” Ger em lê nenihêrin, em ê nebînin ku di bingeha xwe de, di berhemê wî de her tişt heye. Ango tiştê ku xwestiye bide temaşevanan daye. 

Di pêşengeha wî ya ku li Amed ê a bi navê “ bê hestî hiştin a Neteweyeki” de nêzî deh tabloyên wî vala bûn. Dîsa berhema xwe ya yekemîn ya helbestan “baran ji acizî dibariya” de çend rûpelên dawiyê vala hiştibû û yekî ku lê dinihêre berê dibêje qey berhem vala maye lê gava ku berhemê dixwîne dibîne ku wî bi zanebûn vala hiştiye. Û bi vê pêşangeha dawî, yê ku bi navê “Mexzena xwînê” jî dîsa du tual vale hiştine. Belkî ji me re, belkî ji qirnên pêşerojê re, belkî jî ji tiştekî din re vale dihêle nizanim…

Min jî got: “Li ser nigan ez bi E. Ronîar re hevpeyvîneke nîvco bikim û binihêrim bê ka fikrên min ên di derbarê wî de nîvco, mişt dibin an na.”

Di destpêka xebatên wî de her çiqas hêmayên mîtolojîk î xûya dibûn jî mijar di xeyalên wî de pirr e. Xwe di mijarekî de naçikîne. Firçe di dest de bera pê xeyalên xwe yên nûh dide ku wan jî nîvco bihêle. 

-Kak Ronîar berî hertiştî dixwazim vêya fêr bibim ev projeya ji wêneyekî an ji bîst û dûdû wêneyan pêk tê?

-Di dizayna vî wêneyî de, weke ku dikaribe bi du awayan deşîfre bibe ez li ser fikirîm ji loma ev yeka weke dizayneka metaforîk derket pêşiya min. Lê gava ez li ser vê cudabûna ku çima 22 wêne bi hev ve dibin û dibin yek wêne bisekinim, divê ez hinekî qala belavbûna jiyanê bikim. A ku vê fikra di serê min de tam rûniştand jî bûjena civa yê ye.

Tişta herî girîng ku min di vê hevduvekirinê de bi dest xist, di hêla naverokê de bû. Min dît ku genê naverokê bi hev ve dikelijin û kareyên di serê mirov de dilivin… Ango mirov bi mînakeke hîn şênber vê yeka bi sembol bike mirov dikare bibeje ji van kareyan filmek derketiye holê.

Lê ev jî heye ku armanca min ne ew e ku ez di serê mirovan de tiştna zelal bikim, berovajiyê vê yekê ez dixwazim serê wan hinekî din tevlîhev bikim. Bi vêya re ez bawerim ku wê mirov dikaribin hinekî din vî wêneyî û xwe jî di navê de darizînin ji ber ku serê mirov gava tevlihev dibe li ser tiştna baştir dikare raweste.

-Çima navê “mexzena xwînê” te li wêneyê xwe kiriye? Ma “mexzena xwînê” ne navê berhema wêjevanê kurd Rênas Jiyan î ye?

-Bela ku min rastarast ew pirtuka (mexzena xwînê) wênandiye, ji loma min navê vî wêneyî û vê pêşangeha xwe jî kiriye “mexzena xwînê”.

Di hêla bi navkirina wêne de ev yeka ji min re bû alîkar. Ji ber ku “nav” hertim pênasa berheman jî dikin. Ango bifikirin ku heger Rene Magritte navê wêneyê xwe nekiribûya “portreya Edward James” me yê ji ku pê derxistaya ku ew wêneyê Edward James e. Dibe ku wê hingê wêne haweyekî din wate lê barbûya ku wêne jî wateya xwe bizîvirîne tiştekî din. Lê navê wê hiştiye ku em bizanibin ew Edward James e.

Ev navê ku min hilbijartiye jî hinekî azadî da min ku ez wêneyê xwe zêde ji diyarkirina pirtukê xelas bikim.

Wekî din jî mirov gava ku navekî ji bo berhemekî hildibijêre, mirov wî berhemî ji zergeva ku ji dervî wî navî maye dixesîne.

Heger em bala xwe bidinê carina hinek navên berhemnan weke “îdol” têne bikar anîn, ev ji tirsa ku bi wî navî wê berhem sînor bibe lê dibin. 

Lê yê navên weke hev bi kar tînin û heger vana di hêman beşê de hatibin bikar anîn xwendevan, temaşevan an guhdarvan vana didin ber hev ev jî vê ya dike weke pêşbaziyekê ji loma di navan de guhertîbûn ê her hunermend diparêze. Di qarektera de carna vêya ne gengaze ku nav ne wek hev bin weke peykerê bi navê “Davîd” ku Michangelo çêkiriye û dîsa peykerê “Davîd” ku a niha navê wî peykersazê din nayê bîra min ku dîsa çêkiriye. 

-Di wêneyê te de ku te ne tenê di vê pêşangeha xwe de, di pêşangeha berî vêya de jî (29+1) li ser navê “bê hestî hiştinê…” hinek formên cuda derketin holê, tu çi misyonê li van forman bar dikî?

-Gava formên heyî, têrî tiştên ku tu vedibêjî (ango têrî derdê te) neke, tu li formên nuh digerî. Ev pirsgirêkeke şêweyê ye. Lê ya herî gîrîng jî ev pirsgirêka têgiha xweşikbûnê ye. Ji ber ku xweşikbûn li gor min razber e. Xweşikbûn her ku dem diguhere pênasa xwe jî diguherîne û formên nuh derdixe holê.

A duduya bandora vê lênihêrînê ye ango çirûskîzm ê ye. Ev lênihêrîna bela ku ji aliyekî din ve li civakê dinihêre. Ji ber vê jî formên heyî vediguherin. Hinek tiştên min î şexsî jî belkî ku kirine ev formna derkevin.

Ango ez figurekî xêz dikim di armanca min de hew destê fîgur bi kêrî min tê nexwe dibêjim ne hewceye yê mayî xêz bikim. 

Lê bikaranîna min a van formanan de, sembola jî roleke pirr mezin leyistine. Weke bota ku mîlîtanîzmê sembolîze dike.

Mesela bê hestî hiştinê jî ez weke hêleka civakî dinirxînim ji ber ku di civaka me de gellek tişt ji naverok de hatine xistin.

-Çima tabloyeka ewqas reşbîn derketiye holê? Mirov di nav sergoyan de ne, xwîn, tuwalet, û h.w.d. tê de pirr in. Ev gelekî formên marjînalin. Gelo formên çirûskîzmê tev werê marjînalin?

-Divê ev reşbîniya di vê tabloyê de weke kaos neyê dîtin. Ji ber ku di çirûskîzmê de ji kaosê re cih tuneye û çirûskîzm ne tenê reşbîniye. Lê bêhtir guh dide cihê gemar bûyî. Ji xwe ger em bikaribin di hêleka din de lê binihêrin… cihê ku divê çirûskek lê vede, cihên werê ne. Ango tuwalet, sergo, kerxane… gava em tenê guh bidin cihên erênî, wê demê cihên din wê dîsa neyên tevdan, wê weke xwe bimînin. Ev cihên din ku em qal dikin û wek sergo, tuwalet… bi nav dikin jî sembolîk in. Qesta çirûskîzmê ji van navan tenê cihên gemarbûyî ne (anjî hatine gemarîkirin).

Ango tuwalet dibe navê zimanê me yê ku nayê bikar anîn be jî. Ji xwe ger çirûskîzm pêl tehtê şil neke wê kêrî me neyê. Û tu ji min bipirsî divê berê tabloya me ya reşbîn derkeve holê. 

-Kak E. Ronîar wêneyên te nîvco, pirtuka te nîvco, pêşengehên te nîvco… û di vê xebata te ya “mexzena xwînê jî du tual nîvco mane. An na tu çi dibêjî? 

-Her xebateka min ji ber sedemnên din nîvco xuya dibe (dimîne) ku mînakekî bidim di pêşengeha min a bi navê “bê hestî hiştina neteweyekî” de sedema çend tual vala hiştina min ji bilî “29+1 ” serhildanên ku Kurd jiyane û dikarin çend serhildanên din jî bijîn bû. Ango min nikaribû dîrok li gor hesabê xwe biqedandaya. 

Bi giştî ez berhema weke qedera mirovan dibînim, ji loma ez pêdivî dibînim ku hinekan nîvco bihêlim. Û li gorî min nîvco hiştin jî temamkirineke.

-Promete, dixwest ji bona mirovan agir bidize, icar tiştekî ku tu ji bona mirovan dixwazî bidizî heye gelo?

-Ez naxwazim ji bo wan tiştekî bidizim lê a rast bêhtir dixwazim ji mirovan gellek tiştî, ango tiştên weke çavbirçîtiyê, barbariyê û h.w.d. bidizim.

-Demeke dirêjbû ku deng ji te nadihat. Çalakiyên te kêm bûne dixwiyê, tê zanîn ku ji bona gellek hunermendî, bêtir yên weke Juan Mîro re durketina wan î hunerê kabûseka tirsehêz e. Gelo xebatên te di çi rewşê de ne?


-Li gor min hunermendek nikare berhem nede, Ger wextê nebîne ku biçe cenazeyê dêya xwe, an wekî Renê Char qaxizên torbeyên çîmentoyê bikar bîne jî berhem dide. 

Xebatên min jî di rîtma berê de didomin, tenê ji bo pêşandanê li hêviyê bûm ku hinekî din jî sîstematîze bibin.

-Paul Eluard ji bona Pîcasso bide nasîn diçe Îspanya yê di derbarê wî de konferansan dide û mînakên werê di dîrokê de pirr in. Çima “hunermendên kurd” tenê qala xwe dikin – pirraniya wan- û dixwazin herkes tenê qala wan bike? 

-Jixwe nebawerbûna wan e. ma wê wekî din çi be?

-Li gor te huner berê xwe dide ku?

-Ev pirsa hinek teoriyên ku berê hatine gotin tîne bîra min. Ger gotinên Hegel rast bûna, divê a niha huner tunebûya an jî weke Ernest Ficher gotiye: “heya roja mirov hebin wê huner jî hebe.”

Îcar wê huner çawa hebe; piştî vê pêvajoyê li gorî min; huner wê rîtma jiyanê be. Û hertim wê rota jiyanê biguherîne û wê li gorî vê rotayê ew jî biguhere. Ji xwe ma hertim werê nebûye.

Bi tevahî huner wê demekî li rojava monoton bidome û huner bêhtir wê li rojhilat geş bibe. Heya ku tiştekî kaos -weke şerê cîhanê yê sêyemîn- derkeve wê werê bidome û piştre wê dîsa li herderê geş bibe. Bi vê re dibe ku beşên hunerê yên nuh jî derkevin. Û tiştê ku dawiyê de dixwazim bibêjim wê hertim hunereka nuh hebe. 

-Spas dikim kak Ronîar ji bo vê hevpeyvînê 

-Kêfxweşim.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder