PÊŞGOTIN
-şopa mirovahiyê-
Ji bo
mirov wênesazekî/ê fêhm bike, berî her tiştî divê mirov li wêneyên wî/ê binêre.
Lê ji bo wêneyên ku çêkirine fêhm bike jî belkî hewce bike mirov vegere li xwe
binêre. Ji ber ku wênesaz ciyê ku em lê rawestiyane dinêre.
Weke ku
te zanîn temaşekirina wêneyekî ne ewqas hêsan e. Ji ber heyberên pir yên li der
dora mirov bala mirov pir zû bela dibe. Ev pirsgirêkeke berî dîtinê ye, ez qala
dîtin û nedîtinê nakim.
Ger mirov
nikaribe hundirê wêneyekî bibîne, ev ne ji ber alegoriya hunerê, ne jî bela ku
huner tevneke weke xaçepirsê tevlîhev e. Jixwe qaideyeke hunerê ku wiha divê
tevlîhev be jî tune ye. Lê di demên wiha de ku huner wiha tevlîhev xuya dibe
rastiyek heye ku hişê me jî pir tê xapandin. Û dinya ku em têdigihîjin jî
zergava nêrînên me teng kiriye.
Ji roja
ku huner destpêkiriye û heya îro mirovan herî pir bi awayekî fîzîkî jiyana xwe
li hunerê bar kiriye. Di destpêkê de, ev tenê dozîn bûn. Di her pêvajoyê de
huner, ji bo peyam dayînê, ji bo rê dayîna berzbûnê, ji bo baweriyê û ji bo
sedemine din, wek amûr hatiye bikaranîn. Ji aliyê din ve jî huner bi awayekî giyanî,
wek armanç jî hatiye dîtin û bûye ku zergava wê firehtir bibe.
Ger di vê
mijarê de em pirsinan bikin; weke “huner ji
bo çi ye?” “Bi kêrî çi tê?” û hwd. wê
çaxê em ê bibînin ku li gor pêvajoyan pênas û peywira hunerê jî guheriye. Bi
kurtasî huner “şop - şûn” hiştina mirovahiyê ye. Di navbera mirov û siruştê,
xeyal û rastiyê de amûra herî xurt e.
-çîrok, tirsa wêne-
Ger mirov
li awêneya li hember xwe nenêre, tenê tişta ku mirov nabîne rûyê mirov bi xwe ye.
Mirov dikare bêje ku Fewzî Bîlge, bi wêneyên (awêneyên) xwe herî pir hêla me ya
civakî vedibêje.
Jixwe di
hunerê de hêla civakê, pirsgirêkeke tevahiya hunerê ye. Di berhemek hunerî de
teqez hinek heyber, reng an jî tevahiya berhemê civakî dibin.
Ger em
di vê çarçoveyê de li wêneyên Fewzî Bîlge binêrin, em ê bibînin ku teqez çîroka
me ya civakî di nava xwe de vedihewîne. Sirûşt ye ku dema ez qala wêneyên wî û çîrokan
dikim; nabêjim wêneyên wî li ser çîrokan ava bûne.
Jixwe
ne gengaz e ku mirov ji ber çîroka wêneyekî, wêneyekî serkeftî an jî binketî bibîne.
Li gor min çîroka her wêneyî heye lê ev nayê wateya ku wêne, hebûna xwe li ser vê
çîrokê tenê ava dike. Huner ji ber têkiliyên xwe yên bi mirovan re di nava xwe
de dikare çîrokekê vehewîne. Lê ev çîrok, bandor li me bike, an neke jî, dîsa ne
pîvaneke ku mirov ji ber vê çîrokê qedrê bide wêne, bilindtir an jî kêmtir
bike.
Dema ez
qala çîrokê dikim, ne ku qala vegotina naverokê dikim. Ev hem perçeyê formê, hem
jî yê naverokê ye.
Her ji
ber çi sedemê ye ez nizanim lê dîsa jî peyva “çîrokê” ji bo wêne bûye peyvek
tirsehêz. Sedema vê tirsê ew e ku hinek tişt di civakên şundemayî de çewt
hatine fêhmkirin. Taybetî jî ji ber baweriya hinek wênesazên ku ji xebatên xwe
ne bawer in û ji loma jî ji vê peyvê direvin.
Peyva “çîrokê” demeke ketiye rojeva min. Lê ez
bawer im ku ev ne ji ber nîqaşên li ser hunera hemdem an jî ji ber pirsa gelo
bi têgihan wêne çêdibe an na derketiye.
Peyva “çîrokê” li pêşengehekê ji nîqaşek biçûk
derket. Lê tiştê bala min kişand û kir ku ez a niha li ser rawestim, li pêşangehê
piştî min peyva “çîrokê” bi lêv kir û
min got: “Çîroka wêne!” min dît ku wênesaz
xwe qahirand, xwe li erdê xist û got: “Na!
Tu girêdana çîrokê û wêneyên min bi hev ve tune ye!” A rast! Rast digot; tu
girêdana çîrok û wêneyên wî bi hev ve tune bû. Lê gelo ji vê peyvê çima ewqas
tirsiya? A bala min kişand ev bû.
Wênesaz
ji peyvên wiha ravekar direvin. Ji ber ku li gor wan xebatên wan çiqas ne şênber
bin, ewqasa xwe serkeftî dibînin. Ji loma carinan, bi taybetî, qerembolên wiha çêdikin.
û ew in dîsa yên dibêjin: “Kes ji me fêm
nake.” Di berhemên xwe de bi qerembolan dixwazin hejariyên xwe binûxûmînin.
-destpêkek nû-
Di
civaka me de rexne, bi xwe hîn nehatiye fêhmkirin. A rast, di hêla pratîkê de
jî ev têgih hîn heya niha zergavek ji xwe re çênekiriye ku îja di hêla hunerên şêwekarî
de ger em li vê têgihê bigerin; em ê bi awayekî tekûz lê rast neyên.
Ev peyv
bûye benîştê devê gelek nivîskaran, sedem ew e ku ew hîn di vê mijarê de hinekî
varik in. Ji bo têgihîştina wan jî, hîn çiqas dem divê Xwedê dizane.
Gelek nivîskarên
kurd, di derbarê vî warî de mirov ji ber wan fedî dike. Gelek xebatên wan û di
derbarê wan xebatan de rexneyên wan jî, jixwe hema ne hewce ye ku mirov qal jî
bike. Lê a niha yên ku ji xwe re dibêjin nivîskar, ew in. Di rojname, kovaran de
nivîsên xwe yên bê ast û ansîklopedîk, bi sernivîsên mezin, lê hundirê wan vikî
vala diçepixînin.
Gelek
ji van nîvîskaran, ez bawerim ku haya wan ji hunerê şêwekarî jî tune ye û vê yekê
mixabin weke kêmasiya xwe jî nahesibînin. Lê ew jî bila bizanibin ku mîna nîvîskar
û rewşenbîrên tirk, ên salên 40-50 hîn di destpêkê de ne. Nivîskarekî tirk yê wê
demê ku em mînak bidin; ji xwe Sıtkı M. Erinç jî di nivisa xwe ya “Li ser rexneyê, rexneyek” de ku ev
mijar hinekî tevdaye; şîroveya wêneyekî wiha vedibêje:
“…Ji van ya duyemîn hîn baştir
çarçove bûye. A rast mirov dikare bêje ku ev wêne li çarçoveya xwe hatiye. Şewq
hindik in lê şewqên wêne hinekî zêde bike wê wêne baştir bibe…” (2.6.1946 / Rojnameya
Ulus)
Weke vê
mînaka ku min da, îja di roja me de jî qaşo hinek wêjevanên me, rexneyên mîna vê
rexneyê bê ast ku ji heqaretê pêv ne tiştekî din e li vî alî wî alî diweşînin.
Bi teva ku her çi qas ez bizanibim ev pirsgirêkeke demê ye û wê bi demê re
çareser bibe jî dîsa jî mirov dîn dibe û ji qehra wan hema mirov dike dev li canê
xwe bike.
-rexne û wêne-
Ger ez
li ser armanca rexneya xwe rawestim; helbet armanca min ne weke ku John Berger
dibêje; rexne, ne vegotina wateya berheman e.
“Ger peywira rexneyê tenê bi
formekê teqez û bê kêmasî vegotina wateya wan* berheminan bûya wê rexne peşk li hunerê bixista,
heta wê her ku biçûya, wê huner tune bikira.2”
Û
helbet ne tenê weke Plahanov ku dibêje:
“Peywira yekem ya rexnegir;
fikra di berhemekê de diyar bikaribe ji zimanê hunerê wergerîne zimanê
civakzaniyê, bikaribe beranberiya kirûyeke wêjeyê bi civaknasiyê deyne3”
Ez
dikarim bêjim ku çend pirsên di derbarê başbûnê de, ez bi ber vê xebatê ve birim.
Ji bo ku mirov dikaribe wênesazekî baş binirxîne min dest bi vê xebatê kir. Ji
ber ku min başbûn di xebatên vî wênesazî de jî dît. Jixwe min berhemên wî baş
nedîtibûna min ê rexne jî nekiribûna. Jixwe li ser xebatên nebaş, mirov pêdivî nabîne
ku rexne jî bike.
Mirov
di vî warî de dikare bêje ku Fewzî Bîlge; bi berhemên xwe, xemên xwe yên di
derbarê estetîkê de jî dibersivîne.
Xemên wî yên di derbarê estetîkê jî, bi sehkirinên me yên li hember civakê tekildar in ku jixwe di koka etimolojiya vê peyvê
de jî sehkirin heye.
“Têgiha “estetîkê” ji nîvê
sedsala 18’mîn û vir ve ye ku tê bikaranîn…
ji aliyê feylezofê Alman A. G. Baumgarten yekem car tê bikaranîn…
(helbet pêvajoya vê têgihê hîn kevintir e û pêvajoya hezar salan e ) …estetîk
ji peyva yunanî aisthesis (sehkirin, feraseta sehkirinê) ev têgiha hatiye darêjtin...4”
Ji bo
civaka me, kêmasiya estetîkê êdî tê hîskirin û dîtin. Ev ji ber sedema ku civak
bindest e û her roj bûyerên rojane ku tên jiyîn bandoreke neyinî li ser
afirandinên vê neteweyê yên estetikê dikin, heya îro girêdanên vê civakê û estetîkê
jî nehiştine çêbibin. Şayesên vê civakê yên estetîkê jî, roj bi roj bi riya
medya û di nava bûyerên rojane de diherimin. Civaka serdest, dixwaze bi vî hawî
mahdê me ji me bixelîne. Ji ber ku em jî destûrê didin wê sazûmana ku di şûna
me de difikire û dixwaze wek ew dixwazin em bijîn. Li gor vê sazûmana
ku bi me dane qebûlkirin jî ku mirov qedir bide nirxên xwe, li gor wan hovîtî
ye. Di vê mijarê de mirov dikare helbesta Konstantînos Kavafîs “li benda hovan” bi bîr bîne ku dibêje: “Ji ber ku îro wê hov werin vê derê5”
Erê mirov dikare bêje hovên ku Kavafis di helbesta xwe de vegotiye ew in û hatin
e.
A rast yên
ku bê sehek in serdest in, ku heya niha her tim li hember trajediya me bêdeng
mane. Heta sedema van trajediyan ew bi xwe ne. Ev rewş jî dibe sedemeke girîng
ku em hêdî hêdî li hember xwe bê sehek bibin.
Îro kesên
ji dervî nirxên serdestan mane jî bê haya xwe dîsa wan model digirin. -Helbet ez
qala kesên ku xwe cuda rê didin û bi serdestan re tevdigerin nakim.- Kesên ku
li hember wan in jî carinan bê haya xwe wek wan tevdigerin. Pirsgirêkên hunerê
tenê di çarçoveya hunerê serdestan de dibînin.
Ev
xebata min bi taybetî xebateke ku naxwaze destûrê bide vê nihêrîna li hember
civaka xwe. Kesên di vê zergavê de li hember
civaka xwe bi pêşderazî ne û nirxên civaka xwe bin pê dikin.
Civaka kurdan
di hêla wêne (hunerê şêwekarî) de destpêka xwe dijî. Mirov dikare Fewzî Bîlgeweke
destpêka dahatuya hunera vê civakê bibîne. Dixwazim hêmayên wî, rengên wî,
sazkirinên wî, di çarçoveya forma berhemên wî de hinekî tev bidim. Vebestandina
min ew e ku ji pêvajoyên wî yên dawî ez dest pê bikim û bi vê nirxandinê
Portreyekî wî yî di nava huner û civakê de rê bidim. Ji xebatên wî yên awêne
dixwazim dest bi vê rexneya xwe bikim. Û bi xemên estetîkê bersiva pirsên xwe
di wêneyên wî de bigerim. Ango ji bo em bikaribin tayîsandinên peyva “civakê”
di hunerê wî de bibînin û weke di ser nivîsê de jî ku hinekî hatiye tevdan ji
dema a niha ya Fewzî Bîlge em ê berê xwe bidin rabirdûya hunera wî. Dixwazim encama
dahatuya hunera wî jî hinekî ji hev veçirînim.
Ev xebat
di sala 2007’an de wê bihata weşandin, lê ji ber şerdên vê civakê yên neyînî taloq
bû. A baş ev bû ku di nava vê demê de min keys dît ku zergava vê rexneyê
firehtir bikim.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder