DÎWANEK
AVANGARD / Fewzî Bîlge
Wênesaz
û helbestvanekî roja me, hunermendekî ciwane Ehmed Ronîar. Bi dîwana xwe ya dawî ango bi “Pevşabûnên Şîn”
dike ku em di derbarê helbesta kurd a nûjen de bibin xwedî gelek pirs. Dîvana
wî ya dawî ne berhemeke ku em lê binêrin, bizîvirînin wî alî vî alî û deynin
cih. An jî di pirtûkxaneya xwe de bikin amûreka rewşê. Ma bi tevahî dîwan ne ya
ku li ser gerdûna sazûmana xwe xwe damezirandiye ye. Ew ne tenê heybereke çarqorzî,
di nava wê de çend helbest, xwedî naverok û formekêye.
Di
pêvajoya em tê de dijîn de ji bilî çend nîqaşên sivik û ji rû de, -çend kesên
tenê bi çavekî hatine dîtin û nirxandin- ne tê de tu kesî tu kes –helbestvan-
weke ku heq dike nenirxandiye, bahoz ranekiriye, nîqaşên ku malî civakê bibe û
bike ku helbest di nava dîrokê de cihê xwe yê giran bigre nekiriye. Weke ku tê
zanîn pêşketina dîroka hunerê di demên diyar de –ku ev dem girîngin- bi xêra
kes û berhemên wan yên avangard pêk tên.
Bi
saya serên wan kesên serhildêr, bizavên nû deng didin, pengav û pêşketin pêk
tên. Bi saya serê wan kesên serhildêr hebanoka hunerê bi hêztir dibe û ji pêvajoyên nû, ji pêşerojê
re dibe mîrateyên xûrt. Di dema ku em dijîn de him li dunyayê û him jî di
civaka me de kesên pêşawayên ku
dikaribin dunyayê li bin gohê hevdû bixin, qalip û qilîşeyên berê li bin gohê
erdê bixin, di qalip û kirasên heyî de hilneyên, nexwazin tê de hilên pirr
kêmin. E. Ronîar helbestvanekî avangarde
ku di roja me de dijî. Di helbestên E. Ronîar de xwîner piştî ku wan bixwîne
êdî zore ku wan ji bîr bike. Helbestên wî êdî xwîner rehat nahêlin wan li ber
bahozan dixin, wan dibin paşeroj û pêşeroja wan, wan dixe nava gerînekên zemanê
ku ciwanbûn, evîndarbûn, dîn û harbûn.
Xwînêr
nikare piştî ku helbestên wî xwendin wan bavêje. Ger ew bavêjin jî helbestên wî
dev ji wan bernade, bi bestika wan digre dihejîne û bi ser wan ve diçe. Ji ber
ku êrîşî nêviyên wan î vale dike û dema ku wî nêviyê xwînêr yê vale dadigre wan
naxe nava xeweka giran, berovajiyê vê wan dixe nava livekê û bi xwe re
dikişkişîne nava zemanekî ku mirov him dikare dema tê de ye bijî û him jî
dikare dema boriye de bijî. Ji ber vê jî rehetîya xwînêr û traliya xwînêr ji
holê radike.
Helbestên
wî hêza xwe ji du têgîhan digrin. Yek jê pêşeroj ya din jî paşeroj e. Têgîna yekemîn;
ya ku xwînêr hişyar dike, difikirîne û qilîşeyan dişkîne û dikişkişîne nava
zemanê a niha. Têgîha duyemîn jî; bandor li ser can û cesedê xwîner dike ya ku
riman tê de radike û dibe paşeroja wî ye. Ev herdû hêlên ku bandorê li ser
xwînêr dikin di yek demê de navberekê dixe nava xwe û wan, ev navbera raman û
fikran e. Ev encameke, encama ku xwînêr xwe bi berhemê re dike yek perçe ye. Pêvajoya
kelijandina du zemana, du hêl û du jeneresyona ye. Xwînêr wê di helbestên wî de tu carî tenê çîroka
kesekî, evînekê, welatekî, êşekê û keyfekê nebînin û fêr nebin.
Tam
wê dema ku bêje vaye min tiştek zeft kir de wê li tiştekî din biqewime ku ev
tişta wê wan xafil zeft bike û bi şûnde ber bi paşerojê ve bivirvirîne û bi
şida dîsa şûnde vegerîne. Wê wan têxe nava zemanê ku a niha tê de dijîn û wan
rawestîne, bifikirîne bihejîne.
E.
Ronîar bi vê helwestê sînorê helbesta
kevneşop hildişîne. Bi pîsporî tarza xwe diafirîne û xizmetê ji helbesta
nûjen re dike, lê him rêza xwe û him jî ya me li himber helbesta klasîk jî
zêdetir dike.
Bi
aliyekî ve jî mirov bi hêsanî dikare bêje ku helbestên wî giş di derbarê wî de
ne tiştên wî û helbesta wî xwedî kirine, rêhevaltî bi wî re kirine ne.
Ji
alîkî ve helbestên wî xwedî paradigmayekê ye û ev paradîgmaya di naveroka
helbestên wî de bi awayekî eşkere xûya ye. Bi alîyekî xwe jî bi helbestên xwe
xwestiye paradîgmayên heyî bihilşîne. Berhem bi du hêlên xwe xwedî paradoksekê
ye jî. Bi aliyekî ve helbestên wî giş di derbarê wî de ne, bi alîyekî din ve jî
ne di derbarê wî de ne.
Di
naveroka helbestên wî de çandeke li ber wenda bûnê, zimanekî roj bi roj tê ji
bîr kirin. Û ji hêla veşirtî jî hilşandina tiştên heyî, tûnebûna ramanên ku
mirov têr bike, tunebûna ramanên metaforîk ku cihê mirovên vale bûne digrin.
Mirovan diwarqilînin, zeft dikin û bernadin, di vê derê de jî helbestvan kiriye
ku ew tiştên ew li ber ketiye xwîner jî li ber bikeve.
E.
Ronîar di helbestên xwe de cih ji hertiştî re veqetandiye. Di pêvajoya ku em
dijîn de ji ber gelek sedemên netêrbûna giyanên mirovan, mirovên ku zîvirîne
heyberan, lênerînên wan î vale û bê wate, mirovên qaşo nûjenin ku zîvirîne cendekên
mirî ku bi awayekî mirî li mirovan dinêrin ji helbestên xwe re kirine ristên lîrîk. Bi saya wan
hêmanên ku ji ristên helbestên xwe re kirine kompozîsyon jî kiriye ku berê
ramanên me yên rûtîn bigûherîne.
WÊNESAZEKÎ ÇIRÛSKÎST E. RONÎAR / Fewzî Bîlge
Di wêneyan de heyber ne girîngin,
ya ku wan girîng dike çawa bi kar anîna wan e. Di wêneyên E. Ronîar î de heyber
geh weke xwe, geh jîji form de ketine an jî mirov dikare bêje wî li gor xwe ew
bi form kirine û formên wî yên bê hestî jî hêdî hêdî dibin yê wî. Weke ku bê
çawa berberoyên Wan Gogh ne weke yê herkesîne, ango wî li gor xwe ew guherîne.
Weke ku bê çawa rengê zer bûye yê wî, û dure yê neteweya wî û pêde pêde bûye yê
gişî cîhanê. Ji ber vê jî gava ku qala
rengê zer, an berberoyan bibe Wan Gogh tê bîra mirov. Lê ev jî tê zanîn
ku bi hezaran wênesazên ku wêneyên berberoyan saz kirine jî hene.
Ger wênesaz heyberên ku di
berhemên xwe de bikar tîne de serbikeve ew heyber an jî reng dikarin bibin yê
wî û zergava xwe fireh bike, bibe yê gişî cîhanê.
Heyberek dikare di nava şerd û
mercên xwe de heyî an jî tune bibe. Weke mînak awêneyek ji bo ku bi fonksiyon
an bêfonksiyon bibe pêdiviya wê ji faqtorên ji derveyê wê heye. Di tariyê de
awêneyek çiqas awêneye? Çiqas dikare çi rê bide? Û berovajiyê wê jî, ger ji
ronahiyê alîkariyê bistîne dikare fonksiyonên xwe bi cih bîne, bibe awêne. Pêve
girêdayî ji kesekî re awêneyek a di tariyê de bêfonksiyon e û ji bo wî/ê kesî
jî ji xwe êdî ew heyber ango awêne, neawêne ye.
Ya girîng şerd û merc in. Ger bûyer
tenê awêne be gellek tiştên din dikarin bikevin dewsa awêneyê. Weke ku bê çawa
ronî tunebe awêne jî nikare hebe, ger çav jî tunebe –hêza dîtinê- wêne jî
nikare hebe. Di hunerê de teyîsandina tiştekî, ji teyîsandinê dibuhure ew bi xwe
dibe awêne. Ango huner biqasî ku xwe dispêre civakê, ger xwe nespêre xwe jî, wê
tenê wek awêneyekî bimîne û ger xwe bispêre herduyan (xwe û civakê) ev rewşa
dibe weke ku du awêneyên ku li hevdu dinihêrin, ev jî ji xwe bêdawîbûnê derdixe
holê. Êdî çi bikeve nava wan herdu
awêneyan wê bêdawî pirr bibe.
Vê teyîsandina ku ez qal dikim de
tiştnên di xumamê de û nayên dîtin hene, weke wêneyekî ku ji civakê razber
bûbe. Sedema vê yekê di navbera wî wêneyî û civaka tê dijî de ferqa demê ye.
Ango di yek demê de, lê dîsa jî ne di yek demê de ne. Ji ber ku ew dema ku
berhem afiriye de ger tê neyê gihîştin ev jî dibe sedema ku berhem ji dema xwe
diqete. Heger wêneyek di dema ku afiriye de, ji alî civakê ve nehatibe famkirin
ew wêne di wê demê de tuneye. Kengî dikaribe bandor li ser civakê bike di wê
demê de ew wêne dikare hebe.
Ev jî tê wê wateyê ku wêneyekî
serkeftî gava ku neyê fahmkirin nikare ji yekî rêzê girîngtir be.
Hunermendek di berhemên xwe de
zergava ku tê de dijî bikar tîne lê berhemên wî bi xwe mudaxaleyê zergavên ji
derveyên xwe dike, dikare bike.
Herçiqas zergava hunermend û
hunerê wî (berhemên wî) yek zergav be jî dikarin biguherin, ango piştî ku
berhem diqede dikare ji zergava hunermend derkeve û pel bi pel zergava xwe
fireh bike.
Em li hebanoka hunerê ya heyî,
–roja huner ku dest pê kiriye heya îro- binihêrin, em ê bi hêsanî dikaribin
jiyana mirovahiyê gişî têde bibînin.
Çawa di rabirdûya her wênesazî de
gellek berhem (wêne) hene, di rabirdûya wêneyekî de jî divê gellek wêneyên din
hebin.
* * *
Gava mirov li vê pêşangehê li
wêne-wêneyên (ji ber ku wêne him yek him jî bîst û dudu hebin) dinihêre paxşana
wênesaz E. Ronîar jî dibîne.
Motîf, form, reng, xêz, tevnesazî
giş ne di vî wêneyî de hatine dîtin û sazkirin. Wêneyên ku di pêşangehên berî
vê pêşangehê de mirov li rastî gellek reng, form, xêz û motîfa tê û ev tiştekî
normal e. Ji ber ku ev tiştên E. Ronîar di vî wêneyî de li xwe zêde kiriye jî siruştiye
ku biteyisin wêneyên wî yên piştî van wêneyan ku wê biwêne. Ango ev wêneya, wê
ji wêneyên ku nuh bên sazkirin re bibin gelale.
Wêneyên pêşangeha berî vêya “
“29+1” û bê hestî hiştina neteweyekî ” bû sedema afirandina vî/van wêneya.
Ango li gor min ev wêneya di wê dema ku wêneyên “ “29+1” û bê hestî hiştina neteweyekî ”
dihat wênandin de di serê wênesaz de çirûsiye. Wêneyên di vê pêşangehê de cîh
standine binêzîkdayînek a çirûskîst hatine wênandin. Nexwe ji ber nêzîkdayîna
wênesaz ku motîfên di vê pêşangehê de bikar anîne weke min got: di pêşangeha
wênesaz a berî vêya de jî hebûn, ew pêşangeha berî vê jî (29+1…) mirov dikare
weke pêşçirûskîstekî bi nav bike.
Gava ku dixwazim qala wêneyên di
vê pêşangehê de bikim, nizanim bêjim ev wêne an ev wênena. Gava ku mirov li
wêne-wêneyan dinihêre tenê yekî, wêneyekî dibîne û gava ji hev diqetin jî dibin
bîst û dudu wêne. Ji ber vê hêla xwe
grîngiya vî wêneyî yek jê jî di tevnesaziyê de ye.
Di tevnesaziya wêne de ya girîng
yek jê jî ; mirov dikare wêne weke yek mijar jî bibîne û bîst û dudu mijaran jî
tê de bibîne.
Wêne gava ku yek perçe be yek
perspektîf û gava ku ji hev diqete bi qasî qetên xwe perspektîf jî dizîvire
hawayekî din.Wênesaz him bi çavekî, him
jî bi gellek çavî û hêlî li wêne nihêriye û persepektîfek nuh de ev wêne
wênandiye.Ji ber vê hêla xwe jî di wêne de şewq loqal û giştiye. Ji ber ku şewq li gor her perçeyi
digûhere û ev şewqnana dibe şewqa gişî wêne.
Ya ku her perçeyê wêne bi hevdû
girêdide portreyeke, lê gava ku wêne ji hevdû diqete ev portre dibe perçeyên,
perçeyê wêneyên din.
Mirov dikare bêje ev portreya ku
di gişî wêne de serdeste serdestiya xwe ji dest dixe û tune an jî pasîf dibe.
Wêne, wêneyekî marjînal e. Ji ber
ku di wêne de motifên marjînal yên weke tuwalet, sergo, xwîn, mirov û sewalên
ku hatine avêtin in ser sergoyan hene.
Navê wêne “Mexsena xwînê” ye,
weke ku ji navê wêne jî tê fahm kirin “Mexsena xwînê” berhema helbestvanên kurd
Rênas Jiyan e. E. Ronîar herçiqas ji berhemê derketibe rê jî, ji bo ku bigêje
ÇIRÛSKÎZM ê gellek motîfên nuh jî bi kar aniye. Weke bota ku mîlîtalîzmê
sembolîze dike ku gul û çîçek tê de şîn hatine.
Di dîroka hunerê de helbest
wênandin ne tiştekî nuh e. Tê zanîn ku Rembrant û Juan Mîro jî helbest
wênandine. Lê herdu wênesazna weke hevdû ango bi yek nêzîkdayînê ne wênandine.
Rembrant bi helwesteka klasîk, Juan Mîro jî bi helwesteka nujen helbest wênandiye.
E. Ronîar siruştiye ku bêhtir bi nêzîkdayîneka weke ya Juan mîro tevgeriyaye ne
ketiye tetêla ku berhemê (helbestê) baş vebêje.
Wênesaz ji vê berhemê ê derketiye
rê, lê wî berhemeka nuh afirandiye, ango “Mexsena Xwînê” berhema Rênas Jiyan e û berhema E. Ronîar e. Herdu bi yek
navî lê du berhemên cuda ne.
Pirtuka “Mexsana Xwînê” ji bo
gihîştina çirûskîzmê ji wêne re bûye bergehek, lê wêne jî zergava xwe çêkiriye,
bergeha xwe daniye û bawerim wê ev wêneya wê tiştnên din re jî bibe bergeh.
Wênesaz E. Ronîar bi vê pêşangeha
xwe ya çirûskîst a duyemîn de, xwe weke wênesazekî pêşawa yê çirûskîzmê
peyitandiye.
BÎST Û DU ÇIRÛSK / Asya Genim
Xeyal
û raman ji tariyê ji bêdengiyê ji tenêtiyê diwelide. Hunermend û fıkirdar dema
welidandinê xwe li binê erdê di- girin. Ji hundir ber bi jor ve. Kûrahî di bin
erdê dest pê dike.
Zarok
di bin zikê dê pêdibe, alavên biqîmet di bin erdê tên veşartin, vexwarinên herî
xweş di binê erdê de têne parastin, mirov miriyên xwe di binê axê de hiltinin,
madenên giranbuha ji binê erdê tê derxistin, hunermend û fikirdar xeyal û peyvên
xwe di bin hişê xwe de mezin dikin û berhemên mezin ji hundir derdikevin.
Berhêma
“mexzena xwinê” di bin bira hişeki ku ji bin erdeke parpe bûyi derketiye pêbûye.
Mexzen, di şiklê avabûna xwe de pir dişibe avabûna hebûna hunermend.
Mexzen
di bin erdê de ava dibe û di hundirê xwe de şûşeyên bedewiyê, asaletê hiltîne û
hundirê şûşeyan ji di hundirê xwe de vexwarina tahm bilind hiltine. Mexzen ji
hundirê hundireki, hundireke din pêkiriye.
Bi
mexzena xwinê, ronkayiya pirûskan ber bi hişê niviskêr ango ber bi bira wi de
dadikevin.
Bist
û du sûretên li Mexzena Xwinê, ji hûrikên teqina alfabeyekê pêbûne, sûret bi
tahm û bi bêhna xwe diniqutin şûşeyên demê. pirûskên ku di hundirê pavên bin-
hişîna jiyaneke derb xwari, di bin erdê de xwe ji nû ve pêdikin. Binhişin, di
bin erdê de li ser axa hênik xwe dirêj kiriye û pavên xwe girtiye û binê xewnên
xwe dikole, bi destê zarokatiya xwe girtiye û xwe bera binê birê dide. Di binê
birê dide. Di binê bîrê de, binê peyvan devê wan girtî ne û li benda xelas bûnê
ne.
Di
her dû kefen binhişînê de ronkayiya çirûskan binê bîrê ronî dike. Şûrê helbestkêr
tûj e û bi xezeba azadiyê diçirûse. Di yek derbê de devê peyvan ji girtîbûnê
xelas dike û bi jahra xwe bi wan vedide. Êdî peyv bi deng in bi tahm in û qodên
wext û warên peyvan hatiye şikandin. Bi “zimanê maran” bîst û du parçeyên ji
parçeyên parçeparçe bûyî çêbûbûn, li dîwarên mexzenê xwe bi xwînê xêz dikin û
diniqutin hundirê şûşeyan ku ji bo bi xwînê bimeyin. Helbestkar, koleksiyona
xwe di hundirê şûşeyan de bi xwînê dimeyine, di nav xwînê de hiltîne.
Di
stûyê mexzenê de, nivişta pirûskên hundirê pavên helbestkêr bi dengekî di tahma
êgir de, xwendevên dawetî hundirê niviştö dike. Di hundirê niviştê de peyvên ku
ji pavên helbestkêr teyisînin, mifta devê mexzenê nin. Xwe gihandina koleksiyona
pirûskan, bi qasî daketina binê dojehê bi tirs e. Her koleksiyonek gûr kirina
agirekî ye ango teqîna xezebê ye.
Berhemeke
ku ji hundirê pavên “pirûskên” kurdekî ku azadiya xwe layiqî mirina xwe dîtiye
pêbûye.
Hundirê
mexzenê
Hundirê
koleksiyonê
Hundirê
niviştê
Hundirê
pavên helbestkêr
Hundirê
pirûskan
“di
binê bîreke birindar û bêbinî de”*
Bîr
û binê bîrê birindar e ji ber ku tari ye, dûri ser rûyê erdê ye. Binê bîran
goris- tanên veşartî ne, bêhna mirinê ji binê bîran tê û qîzên ku bekaratiya
wan ji teref bê exlaqiya civakê tê xerakirin di bîran de tên werkirin û binê bîran,
difetisîne. Rici- mandin, di binê bîran de tê kirin. Tenêtî di binê bîran de tê
mezinkirin. Jiyanên têkpûyî di binê biran de diperpitin û ruh didin. Binê bîran
birindar eji ber ku xer- abiya jiyanê xwe li binê wan digre.
Bira
mirov, tadê li wî/wê dikevtu tiştî bemade. Her hûrgilî, her ecacok, her poş-
manî, her têkpûyîn, her kêf, her êş, her xer- abî xwe li bira mirov digire. Her
ku mirov dest dide ava ser rûyê bîrê, wêneyên bin avê zelal dibin û wêne bi ser
avê dikevin û dipirûsin, di hundirê biran de tu tişt bi derekê de napin.
Mexzena Xwînê bira jiyanê ye, her ku mirov bi destê xwe peyvekê digire li ser rûyê
avê pirûskek vedide. Her rûpelek, derketina wêneyekî li ser rûyê avê ye.
Mexzena
Xwînê, berhemeke ku bi teknik, bi şêwaz û bi têmayên xwe tixûbên helbestê
teqandive. Pevva helbestê, teng kirina berhemê ye, ji ber ku Mexzena Xwînê di hêman
demê de berhemeke wêneyî ye, berhemeke xwarinî ye, berhemeke bêhnê ye,
berhemeke stranî ye û koleksiyona herî baMş a li ser rûyê erdê ye.
Ji
bo “helbestkêr tenê dinivisîne” tê gotin lê Mexzena Xwînê bi hebûna xwe hin
klîşeyûn wêjeyî ser û bino kiriye û helbest ji nivîsandinê bi wê de biriye. Bi
celebê xwe bêceleb bûn pêkiriye. Derxistina bêhna peyvê û tahma peyvê û sûretê
peyvê dike ku em bi awayekî din daqûlî peyvê bibin, em divê peyvê bixwin, li
peyvê binehêrin, peyvê bêhn bikin, li peyvê guhdar bikin û der barê jiyana wê
de pirsa jê bikin, pirsên di parpoveya “Çirûskîznrâ” de. Ev berhem mizgîniya
ekolekê ye her wiha mizgîniya têkbirina qedera bindestiyê ye. Çirûskîst, ji hişê
t^hiş hez nake, şelaxiyê diricimîne, ji bindestiyê mahdxelandî dibe, tú serpavên
mirovên bêesl dike, heyranê serdestên xwe layiqî jiyanê nabînin. Serbestiyeke
keeeesk diqîre ji binê mexzenê. Mexzena Xwînê, xwendineke di tahma binê bîrê de
ye û di bêhna xwêdana kedê de ye. Mexzena Xwînê, estetik kirina ruhê kurdî ye,
bilindkirina hişe neteweyî ye, tûj kirina serbestiyê ye û daketina köken xwe ye
ango biriqandina esaleta Meda ye.
Wêneyên çirûskan
Em
mizgîniya ekola çirûskîzme cara yekemin ji berhêma Renas Jiyan ya bi nave
Mexzena Xwîne dibihîsin. Nivîskar, di paşgotina berheme de çirûskîzm deklare
kiriye. Berhem bi behneke giran û bi formeke nuh bi awayeke ne normal hatiye
nivîsandin. Nîvîskar, bi tahm û fikren xwe hunereke balkeş derxistiye ser rûye
erde. Ji bo civaka hûnerî ya kurdan ekoleke hûnerî, nûçeyeke nuh û dijwar bû.
Têgihiştina têgehên nuh ji bo civakan rewşeke giran e ji ber ku têgehên nuh bi
xwe re ecacokan radike li sere civake. Her ekol bi xezeba guherîne derdikeve,
guhartin û tesîra ekolî ya li ser civake di wexten duvedirej de xuya dike.
Hişen civakan bi ekolen hûneri estetîze dibin. Rabin û rûniştina civake ya
peloxwarî ji nû ve difesilîne. Her netewe, bi qasî xurtbûna fikren xwe hebûna
xwe xurt dike. Hunermend bira civake ye û kûrahiya bira civake di kûrahiya
hunera xwe de ye. Ji bo bîreke bebinî, berhemen ku di tahma kurahiye de dive.
Li
dora fikrên çirûskîzmê hin dengên nûjen diteyisin. Wênesaz Ehmed Ronîar, bi pêşangeha
xwe ya bi navê Mexzena Xwînê, dengekî ji êğir li kolana bajêr vexist.
Li
ser tuwaleke reş berhêma Mexzena Xwînê bi zincirê hatiye qufilkirin.
Kolajkirina berhemê, li ser tuwala reş ji paven temaşevan re deriyek vekiriye.
Tuwal dîwarê mexzenê ye, berga berhemê derî ye, paven temaşevan mifta deriye
mexzene ye. Li dora denge mexzene pûyin û hafin hîseke mistik û dîrokî ye. Bîst
û du koleksiyon ango bîst û du çirûsken ji hundirê Mexzena Xwînê, li ser
tuwaleke bîst û du parçeyan bi rengan ji xwe re bedeneke mezin dîtine. Di yek
parçe kirina bîst û du tuwalan wênesaz mara bîst û du wêneyan biriye. Her wêneyek
bi teyisandina koleksiyonekê welidiye. Bingeha avabûna wêneyan bi derben peyve,
bi daketina denge helbeste, bi şîrovekirina hêmayên helbestê çebûye. Serdestiya
deng û peyvan aliyê pêşengehê ye têgehî xurt kiriye. Di wêneyan de qîrîna
rengan lawaz maye. Wênesaz, di wênekirina hêmayên bin hişê xwe de tengijiye. Di
veğotina koleksiyonan de xwe bi şêwazekê, bi awayekê û bi yek teknikê
nefetisandiye. Hinek koleksiyon bi şewaza klasik, hinek bi ya modern, hinek bi
ya şenber, hinek bi ya razber hatiye wênekirin. Ji her koleksiyonekê hêmayek,
an peyvek, an sûretek li ser tuwalê bi destê wênesaz biriqîne. Yek parpeki-
rina wêne û helbeste teşeyeke nuh eji bo hunera kurdî. Li gel denge sûrre¬alizme
li gel klasîzma teknik û rengan konsepteke balkeş derketiye.
Li
kolaneke bajêr, tuwalê, bejna xwe ya bilind spartibû dîwarekî. Pêşangeheke ku
sînoren mekanan şikandibû û xwe li ji derve teşhir dikir, bi denge xwe ye kurdî
û bi konsepta xwe ya bi derb, çûn û hatinen bajêr li xwe diawiqand.
*Ji berhêma Mexzena Xwîne koleksiyona 12’em
Azadiya Welat
3 Tebax 2008 Yekşem
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder