JI MASEYA SEYDAYÊ TÎRÊJ PÊNÇ PİRTÛKÊN NÛ
Jibo pênasekirinê gelek carî
hatiye gotin ku; “Wêje dengêcivakekê,neteweyekêye.” Mirov di wêje û hûnerê de
êş, hezkirin û bextewariyên wê civakê neteweyê dibîhîse.Lê ev ne armanceke
têkaneye ku em bêjin huner ji loma heye. Ev diyardebê şik jibo hûnerê gelek
carî hatiye gotin. Lê tişta zimanê wêjeyê girtiye ser xwe hîn girantire. Divê mirov
li ser pirseke wiha bifikre; Gelo em ji zimanê hûnerê çiqas durin?Ji ber ku em
hîn jî hûnerê û zimanê hûnerê weke amur bi kar tînin, dibinin an jî tenê bi vê
hêla hûnerê têdigêjin.
Ji xwe tevahî ziman jî di hêla
amûrbûnê de peresana xwe zûdeye qedandiye û di hêla wêjeyê de wateyên hîn
berfirehtir ava kiriye. Di hûnerê de şûna ku barê wêjeyê sivik bike ew bûye
barê ku tê hilgirtin. Bi saya vê hêla wê ye ku zergaveka hûnerê a hîn
berfirehtir pêk bê. Wêje xwe ji ziman ava dike. Di nava wêjeyê de ziman di nava
zeman de veguheziye fikrên di hundirê xwe de.
Fikren ku di forma ziman de xwe
di xuyangan an jî di peyvan de didin der,zergava peyvan û xuyangan jî di qada
fikran de berfirehtir kirine û girîngiya wêjeyê jî gelek carî şemitiye ser
ziman. Piştî diyarkirina van xalan mirov dikare bibêje ku naverok pêdivî bi
formekê dibine (ji vê formê re hun dikarin bejin xûyang an jî ziman lê vêya ji
serî heya binî forma herî serekeye.) A grîng jî ev forma ku ji hûnerê re
amureke ku himhûnerê heyî dike û him bi hûnerê re heyî dibe. Û ev form dikare
ji done, jêderk, an jî ji naveroka xwe jî girîngtir bibe. Zimanê her nîvîsarê
ji bilî hêla xwe ya amûrbûnê,dikare bibe fikrên nîvîsarê jî.
Ji bo wêjeyê ziman hîn jî di
nava xwe de ku gengeşiyên wiha dijî ger mirov deyne alikî,(qet tûne de bi qasî
min jê fêm kiriye ev wiha ye.)ez vegerim niqaşek hîn di rû de. Ji xwe li ser vê axê ziman hîn bi peyvira xwe ya
amurbûnê heyeû gelek carî tenê bi vê formê heyî dibe. Û ji xwe ji loma jî mirov belkî gelek caran bixape û bêje zimanê hûnerê
ji roja me ya îro dûre lê bersîvek jibo vê ku pirr hêsan be û ji ya rast rastir
be tê bîra min;“na tu ji zimanê hûnerê yê îro dûrî.” Ji ber ku yê bindest tu
yî, ez im, lê ne ew e. Îro huner ji bo vê neteweyê bi qasî agirê Prometeus
girînge.
Maseya Seydayê Tîrêj hewladeneke
hunerî a li ser vê axêye ku dixwaze rast li zimanê hûnerê binere, têbigêje. Û
mixabin ji aliye kiryar nediyaran ve ji vê axê hate xesandin. Sedema vê ne em
dizanin ne kes dizane. Çawa em nizanin ku îro em çima ne ziman û çanda xwe bi
çand û zimanê ên din dipeyvin, dijîn. Em vê jî nizanin. Lê ev pirtukên ji vê
masê an jî ji derdora vê masê derketine em dizanin dîsa jibo hûnerê, jibo vê
çandê, û hwd. Hatine hilberandin.
ROBOSKÎ “Wê Kî Bibexşîne Dengê Firokên Şer”
Berhema MST
ROBOSKÎ “Wê Kî Bibexşîne Dengê Firokên Şer”
Rp.98
Weşanên Ronahî
|
Êş bê vegotin û vegotin
bê hêma nabe huner. Weke her kesî Kurd jî bê huner nabin. Ji ber ku wateya
mirovahiyê; afirandin e. Ji hevîrê êşa kurdan a vê deme tê sitirandin
(Roboskî), nanekî din ji Maseya Seydayê Tîrêj derket. Ev pirtûkjî ku weke vê
maseyê li hember xwe, civaka xwe xwe
berpirsyar dibine.
Gotina Abdullah Ocalan ku ji pirtûkê re bûye
weke Paşgotinekê; “Li pêşberî dîrokê em
nikarin bejin wiha hatiye, wê wiha here.” Dîsa ji armanca pirtûkê re bûye
spartekek. Dîsa bi gotina Bertolt Brecht ku îcar ji pirtûkê re bûye pêşgotina
duyemîn; “Nîvîskar bi qasî hukumetan bi
lez nikarin binivîsin, ji ber ku ji bo binivîsin, divê bifikirin”berpisiyariya
vê pirtûkê baştir aniye zimên.
Di dîrokê de
yên ji êşa xwe (re) hêma çêkirine, vê pirtûkê jî ji wan hêmayan wateya êşa xwe
derxistiye.
Ji bo kesên
zanibin gelek formen hunerê hene, jibo kesên ne tene êşê bikişînin her wiha
dikaribin vê êşê di zimanê hunerê debişopînin jî. An jî ji bo kesên vê pirtûkê
bixwînin.
ŞIKEFTA HELBESTÊ
Çidem Baran
Şikefta Helbestê
rp. 60
Weşanên Ronahî
Hevpeyvîn
|
Şikefta
Helbestê cihê fikirandina li ser helbestêye. Kargehek e. Ceribandin û rexneyek
ne tene li ser helbestê! Ji bo dora helbestê, fikren hunerê û xwînerên helbestê
ye jî. Têgiha “Poetîka” wê ji bo vê pirtûkê şayesa herî baş be.
Ev pirtûk
armanca şayes an jî vegotina helbestê hilnagire. Mirov ji bo vê pirtûkê dikare
beje hem li ser helbestê, hem li ser peyv û hem jî li ser xwendinê xwendinek e.
Ger armanceke vê pirtûkê hebe ew jî dibêjim qey wiha dikare bê gotin “helbest
tiştekî cidiye”.
Helbest
dinava jiyana kurdan de ya herî xwedî rabirdûye û ya herî xurt e. Tenê di
derbarê helbestê de fikirandin û rexne hinekî qels maye. Ev pirtûk li hember
tênegihiştinên helbestê radiweste.
Hevpeyvîna Çidem Barana bi navê “Şikefta
Helbestê” bi Fewzî Bîlge û Ehmed Ronîar re kiriye helwestek helbest xwendinê
ye.
“Şikefta
Helbestê” peyvên helbestê ne. Ew ne ji bohelbestê vebêje ji bo li ser peyvên
helbestê peyvekê zede bike ava bûye.
ŞEV, BA, BARAN Û TU
Fewzî Bîlge
Şev,Ba,Baran û Tu
Rp. 158
Weşanên Ronahî
Çîrok
|
Jibo Fewzî Bîlge mirov
dikare beje ew bi zimanê zimên dizane. Ew form û naveroka her peyva ku bi kar
tîne ji xwe re dike kul. Bi helwesta helbestvanekî çîrokan jî lê dike. Di hêla
dengê helbestê de ew Paul Valériyek modern e.
Ew di hevokên
xwe de (çîrok, helbest, ceribandin, roman û hwd.) ji bilî jiyanê şayesbike, hîn
bêtir dide du rastiya jiyanê da ku veguheze peyvên hunerê.
Pirtûka
Çîrokan a Fewzî Bîlge ya dawî di “Şev, Ba, Baran û Tu” de rastî, zimanê hunerê,
zimanê çîrokê û peyv tev qedera hevdu dinivîsînin. Lê pênûs tim di deste wî de
ye.
Ew tu carî jibo xwendevandi pirtûkên wî de
tenê coşekê bijîn lênake. An jî tenê jibo rastiya tiştekî ya rastir vebêje jî
lênake. Ew ji bo zimanê hunerê, ji bo zimanê çîrokê hibra xwe diniqutîne.
Li DU SIYA SÊWIRAN
Çidem Baran
Li Du Siya Sêwiran
Rp: 223
Weşanên Ronahî
Roman
|
Çidem Baran bi romana
xwe ya bi navê “Li Du Siya Sêwiran” biyografiyekê bi tevlî tevnesaziya xwe
dihûne. Li hember xwendevan ji tîpekê wêdetir qerekterekî ava dike.
Di bergeha
wênesaz de, ew îmaja nîvîskar çêkiriye çiqas girînge nizanim lê xuyaye wê
xwîner jî bixwazin divê bergehê de li wênesazekî binerin
Nîvîskar di
vê romanê de bi peyvan jiyaneke ji xûyangan xêz dike. Ev jî gotina Platon a ku
“Em tev wênesazin, ji ber ku bi peyvan em di hişê xwe de wêneyan xêz dikin.”
tîne bîra mirov. Lê ji vê gotina Platon wêdetir ew peyvan dike xûyang û rê me
dide. Em li ser sewirandinên wê sêwiran disewirînin.
ÊDÎ NAVÊ TE ASO YE
Nûroj Mûnzûr
Êdî navê te aso ye
Rp:48
Weşanên Ronahî
Helbest
|
Nûroj Mûnzûrkirasekî li
bedena helbestê difesilîne. Kumaşê vî kirasî ji jiyanê çêdike û bi giyanê xwe
didirû. Dema mirov helbestên wê dixwîne pê dihese ku haya helbestvan jê heye ku
“helbest” nihêrîneke pirr aliye. Ew bi helbestên xwe yên bi navê “Kolan” bi
pirr alî li êşekê nihêriye. Û êşa wê bi van helbestên “Kolan” olan daye.
Gelek carî di helbestên wê de mirov li
kîteyên bedena wê, jiyana wê, qehrên wê û carna jî li kîteyên firmeskên wê rast
tê. Lê weke her helbestî di helbestên wê de jî hinek tişt bi çav nayên dîtin
veşirtî dimînin û mirov wan tene hîs dike.
Wateyên sembolên ku bi kar tîne
carna ji tişta xwestiye vebêje pirtir dibin û li loma jî ji bilî jiyana wê
dibin sembolên jiyana me jî.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder